
Lîstik, di hengama şerên sîsalî, 1624-1636 de derbas dibe. Dayika Wêrîn, Anna Fierling, ligel sê zarokên xwe yên ku bêyî nikah peyda bûbûn, û her yek ji mêrên cuda cuda bûn, li qada şer digere. Bi erebeya xwe ya bi şeklê konê ku wek dukanekê bi kar dianî, ji leşkeran re tiştan difroşe û debara mala xwe dike. Di tevahiya lîstikê de, têdikoşe ku zarokên xwe ji şer biparêze, lê zarokên wê yek bi yek têne kuştin; şerê ku zikê wan têr dikir, riya mirina wan jî vedike: Schweizerkas (Pênêrê Swîsre) dibe qurbanê duristiya xwe, Eilif qurbanê wêrekiya xwe, Kattrin jî dibe qurbanê mihribaniya xwe. Dawiya lîstikê de Dayika Wêrîn tenê maye, êdî erebeyê bi xwe dikêşe û qirardar e ku dê dewamê li rê bike. (Arka kapaktan)
- Açıklama
- Dayika Wêrîn û Zarokên Wê, di dîroka teatroyê de yek ji lîstîkên herî baş ku li dijî şer e. Brecht û hevalên wî di 1939'a de ji dagiriya Naziyan direvin û derbasî Swêd dibin. Piştî vê bi 5 mehan, Almanya Polonyayê îşgal dike. Û Brecht bi hêrsa li hemberî vê îşgalê Dayika Wêrîn Û Zarokên Wê dinivîse. Ev lîstika ku babeta wê têsîra wêranker a şerên Ewropayê ye, xefleta çîna navîn ku dixwaze ji şer fêde bigire rexne dike. Ev lîstik li Almanayayê encax di sala 1949'a de weke lîstika ewil a Berliner Ensembleyê tê pêşkêşkirin.
Lîstik, di hengama şerên sîsalî, 1624-1636 de derbas dibe. Dayika Wêrîn, Anna Fierling, ligel sê zarokên xwe yên ku bêyî nikah peyda bûbûn, û her yek ji mêrên cuda cuda bûn, li qada şer digere. Bi erebeya xwe ya bi şeklê konê ku wek dukanekê bi kar dianî, ji leşkeran re tiştan difroşe û debara mala xwe dike. Di tevahiya lîstikê de, têdikoşe ku zarokên xwe ji şer biparêze, lê zarokên wê yek bi yek têne kuştin; şerê ku zikê wan têr dikir, riya mirina wan jî vedike: Schweizerkas (Pênêrê Swîsre) dibe qurbanê duristiya xwe, Eilif qurbanê wêrekiya xwe, Kattrin jî dibe qurbanê mihribaniya xwe. Dawiya lîstikê de Dayika Wêrîn tenê maye, êdî erebeyê bi xwe dikêşe û qirardar e ku dê dewamê li rê bike. (Arka kapaktan)
Stok Kodu:303102440Boyut:12x18Sayfa Sayısı:223 s.Basım Yeri:İstanbulBaskı:1Basım Tarihi:2008Çeviren:Çev. Erfan Cantepe, Ergin Öpengin, Hekim KılıçKapak Türü:Karton KapakKağıt Türü:3. HamurDili:Kürtçe
- Yorumlar
- Yorum yazBu kitabı henüz kimse eleştirmemiş.